Kurdischsprachige- oder über Kurdengeschriebene Bücher und
Übersetzungen. Pirtukxane die Informationsquelle der kurdischen Bücher Weltweit

Sende uns dein Buch

 

 

 

 

Dr. Xanna Omerxali


Xanna Omerxalî.

Di sala 1981ê li paytexta Ermenistanê, bajarê Rewanê ji dayik bûye. Kurda êzdî ye, ji mala Pîrên Omerxalî tê. Sala 2002ê Zanîngeha Sankt-Pêtêrsbûrg ya dewletî Fakûlteya Rojhilatnasiyê beşa zimanzaniyê ya Îrannasî û Kurdnasiyê temam kir (BA) û di sala 2004ê de dîploma Magîstirê Olzaniyê (MA) stand. Piştî MAyê hate qebûlkirin bo Fakûlteya Rojhilatnasiya wê Zanîngehê ku nivîsandina doktora xwe li ser dînê êzdiyan (Ph.D.), di sala 2006ê de li Fakûlteya Felsefe û Siyasî li beşa Olzaniyê de qedandiye. Semîner li ser dînê êzdiyan çêkirine û beşdarî gelek konferansên zanistî bûye. Xanna Omerxalî di salên 2005/07 di zangoya Almanyayê Georg August de (Georg-August Universität Göttingen) li ser zimanê kurdî û her wisa jî li ser “Zimanê Qewlên Êzdiyan” ders dide. Nêzîkî 20 gotarên zanistî derheqê bîr û baweriya dînê êzdiyatiyê de bi zimanê rûsî, ingilîzî û kurdî nivîsîne. Kitêba wê bi navê “Êzdiyatî, Ji Kûrahiya Hezarsalan” (Sankt-Pêtêrsbûrg, 2005) bi rûsî çap bûye.

 


 

Êzdiyatî

Êzdiyatî yek ji bîr û baweriyên hêrî qedîm ê Rojhilata Navîn e. Ji zemanên kevn ta niha bi zilm û zor û fermanan hatiye rojevê. Seyyahê ewrûpî Wigram dibêji; „eger bîr û baweriyek li gor zilm û zora ku lê hatiye kirin bê nirxandin, gerek e ciyê herî girîng û bilind bidin êzdiyan, „Xebatên ilmî li ser civaka ezdî û êdiyatî pir kêm in. Di lîteratura li ser êzdiyan a ku bêtir bi seyyahên ewrûpî dest pê kiriye de gelek şaşî hene. Heta vêga êzdî bi xwe li ser xwe, li ser dîn û civak û ededên xwe zêde nepeyivine. Xanna Omerxalî, bi şêweyek zanistî pirsên girîng ên derbarê dînê êzdiyatiyê û tradîsyona wê ya dewlemend de vedikole, gelek daneyên nû pêşkêş dike, bi taybetî li ser tradîsyona dînî ya êzdiyên Transkafkasyayê.

Taschenbuch: 142 Seiten

Ausgabe: 2007  ISBN 978-9944-382-25-0

 

 

 

Empfehlenswert