Kurdischsprachige- oder über Kurdengeschriebene Bücher und
Übersetzungen. Pirtukxane die Informationsquelle der kurdischen Bücher Weltweit

Sende uns dein Buch

 

 

 

 

Rênas Jiyan


Jiyan

Di sala 1974'an li Mêrdîn-Qoserê ji dayik bû. Di 1999'an de dîwana wî ya yekem "janya" çap bû; ji bo wêjeya Kurdî ev pirtûk bû oksîjenek. Helbestkar di 2002'an de hat girtin û piştî wê hat sirgûnkirin. Rênas Jiyan di helbesta kurdî de xwediyê cîhekî giring e. Dîwana wî ya bi navê Janyayê di nava xwendevanan de pirr hate hezkirin ku hê di pirtûka yekem de ew weke pênûseke xurt da nasandin. Di dîwana Mexzena Xwînê de bi koleksiyonên helbestan xwestiye balê bikişîne ser rewşa kurdan ya sosyopsikolojik û bi hêmayên bîra helbestvên, dîmenên heyamekê saz bike ku ev jî bi mirov dide gotin ku bandora wî dê li ser nifşên nû xurt be. Bi şano-trajediya xwe ya bi navê "Di Tuwaletê De" tundî, xerabî û xezeba mirovan vegot. Pirtûka wî ya "Ji Şevê Re" xebateke li ser bindestî û têgehan e. Di sala 2003'yan de ekola bi navê "Çirûskîzm"ê eşkere kir. Niha Edîtoriya "Weşanên Belkî"yê û dîrektoriya kovara "Çirûsk"ê dike.

 

 

Janya (helbest), Ji Weşan Doz, 1999

Mexzena Xwînê (helbest) ,Weşan Belkî, 2003

Di Tuvaletê de (şano), Weşan Belkî, 2006

Ji Şevê Re-Çend Têgehen Dera Hanê (Cerribîn-Rexne), Weşan Belkî, 2008

Çirûskîzm-li ser goşt û agir û hunerê lêkolîneke fenomenolojîk (teorî-felsefe), Weşan Belkî, 2012

Empfehlenswert