Kurdischsprachige- oder über Kurdengeschriebene Bücher und
Übersetzungen. Pirtukxane die Informationsquelle der kurdischen Bücher Weltweit

Sende uns dein Buch

 

 

 

 

Qanatê Kurdo


Jiyan:

Qanatê Kurdo, (z. 1909 li Qersê − m. 31'ê kewçêra 1985'an) nivîskarekî kurd bû. Qanatê Kurdo li gundê Sûsizê, qeza Qersê ji dayka xwe bûye.

Sala 1922'an bi înisiyatîva nivîskarê kurd Ahmedê Mîrazî, ewledê gelê ermenî, dost û xêrxwazê gelê me Lazo (Hakob Xazaryan) û hinekên din, li bajarê Tilbîsê ji bo wan zarokên kurd dibistan vedibe. Di dibistanê de zaroka him dixwend, him hînî kar dibûn, him jî tê de radizan. Qanat dibe şagirtê wê dibistanê. Tev Qanat ji wê dibistanê xwendina xwe dest pê kirin usa jî zimanzanê kurdî bi nav û deng, doktorê fîlologiyê Çerkez Bakayêv, nivîskar, berpirsyarê rojnama Riya Teze yê ewlin Cerdoyê Gênco, mêr xwesê Yekîtiya Sovyêtê Semend Syabendov û gelekên din.

Sala 1928'an komerkeziya Partiya Komûnîstên Ermenistanê bi pêşniyaza Erebê Şemo heş xortên kurd dişînin Lenîngradê (Sankt Petersbûrg) ji bo xwendinê. Qanat di nav wan de bû. Berê ew di fakûltêta karkira ya Înstîtûta Zimanên Rojhilatê yên zêndî de dixûne, paşê xwendina xwe li ûnîvêrsîtêta Lênîngradê beşê ziman, dîrok û edebiyatê tê de pêşda dibe. Saya xebathizî, zên û rind zanîbûna zimanê dê di demek kin de guhdar ya dersdaran, ya rojhilatzanên dinyayê yan N. Mar, H. Orbêlî, A. Frêyman dikşîne ser xwe. Hê xwendkar ew dersê zimanê kurdî dide xwedkarên ûnîvêrsîtêtê û bi xebata zanyariyê ve mijûl dibe.

Ji pey xwendina ûnîvêrsîtêtê re ew aspîrantûra ûnîvêrsîtê tê de xwendina xwe berdewan dike. Sala 1941'ê bi babeta "Çêkirina fêlêd bargiranî di zimanê kurdî da" têza doktorya xwe, ya ewlin xweyî dike. Piştî şer ew di înstîtût a rojhilatzaniyê de pirsên Kurd zaniyê yên cude cuda ve mijûl dibe, kûrsên zimanê Kurdî de dersê dide.

H. Orbêlî sala 1959'an para rojhilatzaniyê ya înstîtûta Lênîngiradê ya zanyariyê de koma Kurdzaniyê başqe dike. Ji pey salekê re Qanat dibe serokê wê komê. Heta dawya jiyana xwe jî wî ew karê kurdewariya pîroz bi serbilindî û hiskirin pêş de bir, li dû xwe bi sedan xebatên Kurdzaniyê yên bingehîn û giranbiha hişt, navê xwe bi herfê zêrîn di dilê gelê xwe de nivîsî.

Qanatê Kurdo, ji sedî zêdetir monografiya, pirtûk û gotarên zaniyarî li ser ziman, zargotin, dîroka kurdî weşand, ji 20'î zêdetir kurdzan hazir kirine.

Di 31'ê oktobira 1985'an de li Lênîngradê zaniyarê mezin di 76 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe.


Berhem:

  1. Rêzimana zimanê Kurdî (Kurmancî) (1957),
  2. Ferhenga kurdî (Kurmancî)-Rûsî (1960),
  3. Ferhenga Kurdî (soranî) – Rûsî tevî Zara Yûsûpovayê (1983),
  4. Beranderkirina rêzmanên dîalêkta Kurdî (Kurmanciya jor û Kurmanciya jêr) (1973),
  5. Tarîxa edebiyata Kurdî cilda 1 (1983), cild 11 (1985),
  6. Gramêra zimanê Kurdî (1990),
  7. Duwanzdeh varîant, Mem û Zîn (1996)

Zarokên kurd li welatê sovyêtê bi pirtûkên wî hînî zimanê dê dibûn. Heta salên 1990'î deh pirtûkên wî yên dersa li Ermenistanê hatine weşandin.


Empfehlenswert