Kurdischsprachige- oder über Kurdengeschriebene Bücher und
Übersetzungen. Pirtukxane die Informationsquelle der kurdischen Bücher Weltweit

Sende uns dein Buch

 

 

 

 

Melayê Cizîrî


Jiyan:

Melayê Cizîrî, Navê rastî: Şêx Ehmed (1570-1640) wekî Ehmedê Xanî û Feqiyê Teyran yek ji helbestvanên mezin yên kurd e. Herwekî melayê Jaba gotiye tirba Melayê Cizîrî ziyaretgeh e. Ji xwe hêj di saxiya wî de welayet bi aliyê wî ve didan. Dibêjin ko mela li Westaniyê, li ber şetê Cizîrê, li ser kuçekî rûdînişt û şihrên xwe dinivîsandin. Ji cizba wî kuç welê disincirî ko piştî ko mela jê radibû jin diçûn wî kuçî û nanên xwe pê ve didan û dipijandin.

Melayê Cizîrî, zanistvanekî kurd yê ku di 1570 û wan de hatiye dinê. Weke ku têt gotin ji, di sala 1642 wan de çûya ser dilovaniya xwe. Meleyî Cizîrî, ku mirov bhsa wî bike, divêt ku mirov hinekî mazin bahsa wî bikê. Ji ber ku ew ji mirovekî ku mazin bû. Bi hizre xwe re di dema xwe de gelek kifşkirinên mazin dana çêkirin.

Bi hizir û ramana xwe re ji mazin bû.Dema xwe baş û qanc fahm kiribû û têgihiştibû. Dema ku bahsa wî têt kirin, têt gotin ku wî pir nivîsandiye.Lê ji wan pirtûkên ku wî nivîsandina zêde ne hatina dema me.Gelek hê ji winda ne. Hizre meleyê Cizirî pir mazina û pir bi kifşa. Ji ber vê yekê ji, pêşî em ji hizre wî dest pê bikin û bahsa wî û jiyana wî bikin. Wî bi hizre xwe re gelek kifşkirinên mazin dana çêkirin. Wî bi hizre xwe re demek da vekirin. Di sadsala 15. wan de, hizir bi nêzîkatiyeke bi pergal bidest pêşketinê dikê. Ew ji di vê yekê de, li Kurdistanê pêşavaniyeke mazin ji xalkê re dikê. Ji ber vê yekê, çend ew û hizre wî werê fahmkirin û têgihiştin, avçend ji wê rastiyê wî û pêşketinên ku wî bi hzire xwe re pêşengitî ji wan re kiriye wê bêne dîtin. Bi vê yekê re, ew wê mazin werê fahmkirin. Divêt ku ji ew baş û qanc werê fahm kirin.Ku ew hata fahm kirin hingî Wê baş û qanc werê fahm kirin.

Meleyê Cizirî, di dema xwe de bi hzire xwe re, temenê demekê diafirêne. Temenê hizrê hemdem û nûjen bi wî re li kurdistanê di dema wî de mazin tê afirandin. Ew bi hizre xwe re pêşavaniye vê yekê dikê. Pişt wî re, çend zanistvan werin, bandûra wî, li ser wan xwe dide xuyakirin.

Di wê demê de, Li Anadolu hinek pêşketin hene.Lê pêşketinên ku dibin ji, pêşavaniya wan herêmê mezopotamya dikê. Bi zêdeyî ji, naqabine Diclê û firat, di vê pêşavaniyê mazin bidest kirinê dikê. Di wê demê de, Wek Semerkantê, Baxdayê û Şamê, Cizîra Botan ji navendeke ku mazina. Li hewbûneke mazin li wir dibê.Ne tenê mirovên musulman yên fileh ji û Êzîdî ji li wir dicivin. Wêderê ji xwe re weke navendeke dibînin. Bi vê yekê re, mirov divêt ku bêje ku Cizîre bota, navendeke ku mazina.Bi vê navenditiye xwe re di serê mirovan de û di nav xalkê de û di pêşketinan de cih û war digirê. Bi vê yekê re, divêt ku mirov navê wê ji bi rêz hildê û bêne ser ziman.

Meleyê cizîrî, li Cizire bota dimene. Li wir têt nav kirin. Meleyê Cizirî li wir mazin dibê. Ew bixwe, bi malbatî ji ji wir e. Ji dore wî re. Ne ji deştê lê ji torê ya. Ji ber vê yekê ji, ew zû bi pêşdikeve. Malbate wî bi ahlitiye xwe ve ji digihe malbatiye mîr. Nêzîkî hevdû ne. Ya rasti ku mirov bêje, malbate wî ji bi navê heya û mazina û mîrîtiyeke wan ji heya. Bi vê yekê re mazina. Divêt ku mirov wî mazina bêne ser ziman. Malbate wî, ji ber rewş û waxtê wan xweşa, êdî ji bo xwandin û pêşketinê ji meleyê Cizirî re ji, gelek derfet derdikevine hole. Ew ji wan derfan, mazin bikar têne û û xwe bi pêş dixê. Piştî ku zaroktiye xwe li malê li gunde Hasetê Dibuhurêne, êdî ku tê dema ciwaniya xwe ji, êdî bi pêşavaniya bavê xwe re û xwedi derketine mîre bota re, tê Cizîre botan û li wir bidest xwandina xwe dikê. Li wir ew xwandineke mazin dikê. Di nav ilm (hizir) de diçê. Kur dibe. Û mazina dibe. Bi vê yekê re di demeke kin de bi hişmediye xwe, derdikeve pêş di nav xalkê de. Ji ber ku di xwandinê de jîr û bifahma, êdî zû bi pêş dikeve.

Meleyê Cizirî, bi wê zû pêşketine xwe re, di demeke kin de xwe digihinê asteke mazina, di zanebûnê de. Bi vê yekê re, ku ew ji digihê wê qinyatê ku di hizir de mazin bûye, êdî dike ku xwe bigihinê zanistên dema xwe û bi wan re bide û bistêne. Ji ber vê yekê ji, êdî ew biryara xwe dide ku ji Cizîre bota derkeve û herê herêmên din yên Kurditanê. Di wê demê de, herêmên ku navê wan hen, Sêrt, Çemişgezeg, Amed, Xizan, Idir, Heskîf û hwd. Ev der, tenê derne ji wan derên ku navê wan hene. Ew ji dixweze ku xwe bigihinê wanderan.

Di mala xwe de, meleyê Cizirî birayê mazina. Ji ber vê yekê ji, piştî ku bavê wî diçê ser dilovaniya xwe êdî divêt ku ew werê dewsa wî. Lê ew vê yekê erê neke û birayê xwe yê ku ji xwe biçûktir didêne dewsa xwe û ji wir diçê. Êdî ew te wan herêmên Kuridstanê yên ku navê wan hene û di wan de zanist wan ji hene. Piştî ku ji Cizirê bota derdikeve, êdî tê û li gelek deverên kurdistanê dimene û wanderên ku lê dimene de ji, li wanderan, di nav civatên wan de dimene û diaxivê û xwe dide naskirin. PIştî ku diçê gelek deveran, êdî tê û xwe digihinê Heskîfê.

Li wir wir ji li cem Şêx Hisên dimene. Demeke dirêj ji li cem wî dimene. Li wir meleyê Cizirî xwe digihinê asteke mazian. Piştre ku demekê li wir dimen, êdî piştre tê Amede, Li amede di wê demê de mele Taha heya. Mele Taha, bi zanebûn û alimtiye xwe re mirovekî ku pir mazina û bizane ya. Meleyê Cizirî tê cem wî û li cem wî ji weke demekê dimene. Li wir ji xwe bi pêş dixe. Pir dixwene. Pir aşqî xwandina. Piştî ku demekê li wir dimenê piştre, êdî ku ew di zanebûne xwe de û di ilmê xwe de hê ji mazin dibe, êdî mele Taha qiyantê pê têne ku ew mirovekî ku alime, êdî wî dişene gundekî bi navê Sirba ku li wir seydetiyê bike û fêran bide faqayan. Ew ji ku mele Taha jê re vê yekê dibêje û dixweze, êdî ew ji bidilekî xweş dibêje erê û piştre rê digirê û diçê wir û li wir demeke dirêj dimene û seydetiyê dikê.

Piştre ku demekê li wir dimene, êdî piştre careke di tê Amede û li wir hinekî di ji li Civate mele Taha dimene û dirûnihê û piştre careke dî rêya xwe digirê û tê cem Şêx Hisên Heskîfê. Piştî ku tê wîr êdî li wir ji, wê carê ji demekê dimen. Piştre ku demeke dimen, piştre rêya xwe digirê û tê Cizîre bota. Piştre ku carek dî tê Cizîre bota êdî li wir bidest seydetiyê dikê. Meleyê Cizîrî, li herême botana hema bêja hemûkî digerihê û wanderan dibinê. Bi mirovên herêmê yên zanist re hemûnkan re dirûnihê û li wan dihisenê û xwe li wan dide hisandin. Bi vê yekê qadr û qiymetê wî hê maztir dibe.

Meleyê Cizîrî, piştî ku vegerihê ji, careke dî derdikeve geran û li herêman digerihê. Lê êdî ne weke berê derdikeve geran. Êdî ew demên xwe bêhtir li Cizîre bota bi fêrdayina faqayên xwe re dibuhurêne. Di wê demê de ji di nivîsene. Biqasî ku em zanin. Wî li ser gelek mijarên hizrî nivîsên mazin nivîsandina. Gelek ji wan nivîsên wî ne gahana roja ma. Lê gelek ji wan ji, yên ku gahana roja ma bidev gahana roja me. Haya dawiya umrê xwe li cizîre bota dimene. Li wir li Medresa Sor ji, demeke mazin seydetiyê dikê. Gelek faqa jê fêran digirin. Gelek faqayên wî ji, dibine zanistvanên mazina, piştre. Piştre heya ku digihê dilovaniya xwe li wir dimen. Piştre ku digihê dilovaniya xwe, wî ji wî cihê ku wî lê fêr didana faqayan û şîret li mirovan dikirin, na vaqatênin. Mezele wî li wî medrese sor têt çêkirin û ew li wir têt bicihkirin.

Hê ji, haya iro mezele wî li wire û haya iro ji dimene.


Çavkanî:

  1. Çapa Diwana Ciziri ya latînî, ji aliyê Zeynelabidin Zinar û Emin N. ve hatiye kirin û di 1987an de li Stockholmê ji aliyê Roja Nû ve hatiye çapkirin. Ev çap 560 rûpel e.

Empfehlenswert