Kurdischsprachige- oder über Kurdengeschriebene Bücher und
Übersetzungen. Pirtukxane die Informationsquelle der kurdischen Bücher Weltweit

Sende uns dein Buch

 

 

 

 

Jîr Dilovan


Lebenslauf:

Jîr Dilovan nivîskar û wergêrekî kurd e.

Sala 1956an li Gundê Hêştireka Midyadê hatiye cîhanê. Dibistana seretayî li gund, ya navîn li Midyadê û dibistana mamostetiyê jî li Kirşehir bajarê Tirkiyeyê, sala 1975an qedandiye. Dû re jî xwendina xwe ya bilind li Zanîngeha Anatolî ya Eskîşehirê kuta kiriye. Di gelek kovar û rojnameyan de nivîs û helbestên wî hatine weşandin. (Welat, Welatê me, Rewşen, Jiyana Rewşen, Nûdem, Huner, Amara, Kovara W) Di kovarên Huner û Amara de di desteya weşanê de cîh girtiye. Leyîstika wî ya bi navê Qolinc (15 beş) û gelek skeçên wî di Med Tv de hatine weşandin. Di Televizyona Mezopotamya de, di bernameya Rojbaş Kurdistan de, dersên zimanê Kurdî dane û demekê bernameya "Destpêka Rojê" amade û pêşkêş kiriye. Di Radyoya Dengê Mezopotamya de, sê bernameyên wêjeyî yên bi navê "Ji Kaniya Wêjeyê," "Şana Helbestê" û "Li Benda Rojê" amade û pêşkêş dike. Niha li Almanya dijî.

Berhem

Zenga Zêrîn – roman , weşanên Mezopotamya 2003

Ji Biçûkan re Çîrok Ji Mezinan re Dîrok - Helbestên Fabl, weşanên Şaredariya Sûr a Amedê 2006

Qolinc -Senaryo- ristefîlm DVD 1-2-3

Bi Pirs û Bersivan Dîroka Kurd û Kurdistan Cild - 1, Weşanên Pêrî 2007

Ji bo Kesên Gihîştî,Mamoste û Perwerdekaran

Werger

Arî Mezin -[Kurdên Elewî Di Dorpêça Agir de] Weşanên Eylem, 2001

Abdullah Öcalan: Ji dewleta rahib a Sumer ber bi Şaristaniya Demokratîk, Cild-I (2003)

Abdullah Öcalan: Ji dewleta rahib a Sumer ber bi Şaristaniya Demokratîk, Cild-II (2003)

Bextiyar Qehreman: Banga Ji Heskîfê -helbest- Weşanên Pêrî - 2006

Empfehlenswert