Kurdischsprachige- oder über Kurdengeschriebene Bücher und
Übersetzungen. Pirtukxane die Informationsquelle der kurdischen Bücher Weltweit

Sende uns dein Buch

 

 

 

 

Ezîzê Gerdenzerî


Jiyan:

Ezîzê Gerdenzerî, Ezîzê Îsko Gerdenzerî: Ronakbîr, helbestvan, nivîskar, dramanûs, wergêr ê kurd yê ji Ermenistanê û Danîmark, doktorê zaniyariyê di hêla bijîşk ê de.
28ê cotmeha sala 1945an li bajarê Tbîlîsîyê ew hatiye dinê Sala 1948an malbeta wî vedigere Ermenîstanê. Zarotî û xortanîya nivîskar li gundê Dêrikê (berê Cercerîs) navça Aragasotnê derbaz bûye. Sala 1964î ew li Zankoya Bijîşkîyê ya Yêrêvanê tê qebûlkirin, sala 1970î ew zankoyê temam dike. Ew di bajarê Çîmkendê komara Qazaxistan de 11 salan karê bizîşkê şîrûrgiyê(emaliyetê)dike.

Di sala 1978an di hêla bijîşkîyê de dibe doktorê zaniyariyê. Sala 1981î vedigere Ermenistanê, du sala li Zankoya bijîşkîyê de mamostatîyê dike. Di salên 1983-2002 li Înstîtûta Yêrêvanê ya Proktologîyê de wek şîrûrg û serokê beşa diagnostikiyê kar dike. Ew 5.000î zêdetir emeliyatî(opêrasîona) dike û 32 miqalên ulmî dinivîse û çap dike. Ew di sala 1960î de dest bi karê afirandariyê diki. Wê demê pir goter û helbestên wî di rojnama “Riya teze” de têne weşandinê û bi radyoya kurdî ya Yêrêvanê têne xwendinê.

Sala 1968î pirtûka wî ya helbestan “Kilîta dil” ji bo weşanê, ji aliyê sêksîya, beşa nivîskarên kurd ya Yekîtîya nivîskarên Ermenistanê tê qebûl kirin, lê paşê ew pirtûk di almanaxa kurdî ya bi navê “Bihara teze” de tê çap kirin. Di sala 1989an de şanoname(pîês)a nivîskar ya bi navê “Zarîna çiya” wek pirtûk li Yêrêvanê de çap dibe. Sala 1990an Têatroya Tbîlîsîyê ya Kurdî şanoya “Zarîna çiya” pêşkeşî temaşevana dike.

Salo 1991an “Zarîna çiya” ji alîyê Înstîtûta Kurdî ya Parîsê de wek fîlm derbazî ser kasêta vîdêoyê dibe. Sala 1990î romana nivîskar ya bi navê “Fîncana ferfûrî” bi pirtûkeke cihê li Ermenistanê ronahî dibîne. Sala 1996î berevoka berhemên Ezîzê Gerdenzerî “Gêlavêj” li Yêrêvanê çap dibê. Di wê berevokê de romana “Bingeh”, du şanoname û heyşt serpêhatî û çîrokên nivîskar tên çap kirinê.

Sala 2011an weşanxana DOZ, berevoka berhemên Ezîzê Gerdenzerî “Hezkirina Qedexe” û berevoka berhemên nivîskarê Danîmark yê navdar H.C. Andersen “Çîrok û Serpêhatî” bi zimanê kurdî, wergêr: Ezîzê Gerdenzerî, li Istanbolê çap dike. Sala 2015an weşanxaneya lîs a Amedê dest bi weşandina hemû berhemên Ezîzê Gerdenzerî dike(11 roman, 4 drama, 3 pirtûkên wergeran û hwd) û pirtûka yekem Fîncana Ferfûrî(bi tîpên kurdî-latînî) êdî hatiye weşandin û belavkirin. Pir berhemên nivîskar hatine wergerandin bi zimanê rûsî, ermenî, almanî û danîmarkî.

Xebatên civakî, rêxistinî:

Salên 1964-70an, di dema xwendekariya zankoyê de, ew di komîtêya rêvebir ya Yekîtiya Xwendekarên Kurd li Ermenistanê de kar dike. Wê demê, ew wisa jî wek şûngirê serokê şêwra Yekîtiya Pêşekaran dixebite. Ew di salên xwendekariyê li nexweşxanan de wek birayê doktoriyê dixebite. Sala 1968 ew dibe endamê sêksîya, beşa nivîskarên kurd ya Yekîtîya nivîskarên Ermenistanê. 1997an ew dibe endamê Yekîtiya Nivîskarên Ermenistanê. 2005an ew dibe endamê Yekîtiya Nivîskarên Danîmark. 1994an ew dibe serokê Yekîtiya Doktorên Kurd yên Soviyêta berê. Sala 1999an ew dibe serokê Yekîtiya Doktorên Kurd yên Ermenistanê. Salên 1990an ew di rêvebiriya Yekîtiya Dostaniya Ermeniyan û Kurdan de kar kiriye. Salên 2006-2007 ew di rêvebiriya Înisiatîva Kurd li Danîmark de kar dike. Ji sala 2007an de endamê Komela Êzîdiyan ya kulturî li Damîmark de ye.

Ew niha li Danîmark dijî û karê xwe yê afirandariyê berdewam dike.


Berhem:

Xebatên wî yên ko heta niha di nav weşanên û weşanxaneyên dî de hatine weşandin jî ev in:


Empfehlenswert