Kurdischsprachige- oder über Kurdengeschriebene Bücher und
Übersetzungen. Pirtukxane die Informationsquelle der kurdischen Bücher Weltweit

Sende uns dein Buch

 

 

 

 

Ezîz Xemcivîn


Jiyan

Ezîz Xemcivîn helbestvanekî kurd e.

Xemcivîn di sala 1965an de li bajarê Hesekê, Rojavayê Kurdistanê, ji dayik bûye. Sala 1985an ji peymengeha Electric {kehreba} derçûye.

Ezîz Xemcivîn di sala 1965an de li bajarê Hesekê, Rojavayê Kurdistanê, ji dayik bûye. Sala 1985an ji peymengeha Electric (kehreba) der çûye.

Sala 1982an dest bi nivîsandina helbestê kiriye, yekem helbesta xwe li kovara Gelawêj hejmara7/8an sala 1985an) belav kiriye.

Di sala 1990î de yekem berhem (A-B eya Kurdî) alfabêya kurdî çap kiriye.

Yek ji endamên redakisyona malpera tirej.net , Semakurd, Avestakurd bû. Li gelek malper, Youtube û kovarên kurdî berhemên xwe belav kiriye.

Hejmarek ji helbestên wî yên stran bi dengê stranbêjan hatine gotin. Nav di facebook de (Ezîz Xemcivîn)

 

Berhemên wî:

Zindana Piçûk- (helbest) li yekitiya nivîskarên Kurd li Duhokê çap bûye.

Pejal - Pejal (helbest) (helbest) Bi riya Dezgeha Sema çand û huner li Dubey hatiye çapkirin.

A-B eya Kurdî 1990 çap bûye

Mele Ehmedê Palo jînengerî (wergerandin ji zimanê erebî)

Gotinên pêşiyan (Li ber çapê ye). Li Silêmaniyê ji hêla Inistûtya kelepora kurdî vehatiye çapkirin 2011.

 

Berhemên neçapkirî:

Evînî û bîrhatinên Çivîkan (Bîranîn û serpêhatî)

Stranên jînê (Dîwaneke stranan)

Pêlên ahîna matmayî (Helbest)

Çend bihnok li pêxîla keserê (Helbest)

Henaseyên rêwîng.

Delîveya Rexneyê (Rexne).

Empfehlenswert