Kurdischsprachige- oder über Kurdengeschriebene Bücher und
Übersetzungen. Pirtukxane die Informationsquelle der kurdischen Bücher Weltweit

Sende uns dein Buch

 

 

 

 

Erebê Şemo


Lebenslauf:

Arab Shamilov, (z. 23'ê kewçêrê 1897'a li Qersê − m. 21'ê gulanê 1978 'a li Êrîvanê) anjî Ereb Şamîlov nivîskarekî kurd bû û weke bavê romana kurdî tê binav kirin. Yekemîn romana kurdî ya ku bi kurdî hatiye weşandin, Şivanê Kurmanca nivîsiye. Erebê Şemo ji malbatek şêxên êzîdiya bû. Şemo di 23'ê kewçêrê 1897'an de li gundê Susuzê li navçeya Qersê, ku di wê heyamê de di bin desthilatiya Rûsyayê de bû, hatiye dinyayê. Ereb Şemo xwendina xwe ya pêşî diqedîne. Di sala 1913'an de, dema ku 16 salî bû derbasî ser karê paletiyê dibe.

Erebê Şemo ji bilî zimanê kurdî, welê jî bi rûsî, tirkiya osmanî, yewnanî, ermenî, gurcî, almanî û azerî zanibû.

Bi biryara hukumeta Sovyeta berê û Ermenîstanê Erebê Şemo û Isahak Marogûlov dest bi amadekirina alfabeta kurdî ya bi tîpên latînî kirin û di sala 1928'an de karê xwe bi dawî anîn. Wan di sala 1929'a yekemîn pirtûka bi kurdiya latînî li cihanê bi sernavê “Xʘ-xʘ hinbuna xandina nvisara kurmançi“ ("Xwe bi Xwe Hînbûna Kurmancî") çap kirin. Erebê Şemo herwiha yek ji damezrênerên rojnameya Rya teze bû.

Di sala 1931'ê de Erebê Şemo li Leningradê rastî Qanatê Kurdo tê û hevaltiyeke baş di navbera wan de çêdibe. Ji wir dest bi xebata literaturî û zanistî dike. Li wê derê nivîsên di der barê pirsgirêkên zimanê kurdî de amade dike û li Ermenistanê çap dike. Di sala 1937'an de ji aliyê Stalîn ve tê sirgûnkirin, wî dişînin qeraxa Okêrna cemidî. Heta sala 1956'an ew li wê derê dimîne. Piştî mirina Stalîn ew azad dibe û careke din vedigere Ermenistanê. Sala 1966'an ew romana xwe ya dîrokî Dimdim belav dike. Di sala 1967'an de jî ew li Moskovayê berhevoka Hikayetên Gelê Kurd û romana xwe ya bi navê Riya Bextewar diweşîne dike. Demeke dirêj di komîteya navendî ya Partiya komunîsta Ermenistanê de cih girt.

Li navenda Êrîvanê li ser dîwarê makke ku Erebê Şemo salên xwe yên dawiyê li wê derê derbas kiribû, wiha hatiye nivîsandin: “di vê malê de ji sala 1963-1978 temenê xwe derbas kiriye rewşenbîrê Kurd û karkerê muxulqeiyê Erebê Şemo Şamîlov”


Berhem:

  1. Şivanê Kurmanca - roman, 1977
  2. Dimdim - roman, Weşanên Roja Nû, 1983, ISBN 917672008-X.
  3. Jiyana Bextewar - roman, Weşanên Roja Nû, 1990, ISBN 917672030-6.
  4. Hopo - roman, Weşanên Roja Nû, 1990, ISBN 917672029-2.
  5. Berbang - roman

Empfehlenswert