Kurdischsprachige- oder über Kurdengeschriebene Bücher und
Übersetzungen. Pirtukxane die Informationsquelle der kurdischen Bücher Weltweit

Sende uns dein Buch

 

 

 

 

Ehmedê Huseynî


Lebenslauf

Ehmedê Huseynî helbestvanekî mezin ê kurd e. Wî bandoreke mezin li helbestvanên ciwan kiriye. Di Roj TV de bernameya wî heye.

Ehmed Huseynî di sala 1955’an de li Amûdê ji dayik bû. Amûdê bajarekî Kurdistana Başûrê Rojava ye. Huseynî dibistana seretayî, navendî û amadeyî li bajarê Amûdê qedand. Piştre li Zanîngeha fiamê ya Sûriyeyê beşa Felsefeyê qedandiye.

Hikûmeta Sûriyeyê nehişt ku Ehmed Huseynî bi dîplomeya xwe bixebite. Ew neçar ma ku karên ne li gorî xwe bike. Lewra Huseynî jî mîna gelek xortên kurd berê xwe da Ewropayê.

Huseynî di sala 1989’an de çû Swêdê. Niha jî li Îngilistanê dijî. Gelek pirtûkên Ehmed Huseynî hatine çapkirin.

Di sala 2002’yan de ‘Dîwan’a wî ji aliyê Weşanxaneya Avestayê ve hate çapkirin. Di dîwana wî de hemû berhemên wî hene.

 

Berhem:

Mistek ji şîna bêcir, Stockholm, 1990 Weşanên Komeleya Jinên Kurdistanê

Bi xewna we pênûsê dilorînim, Stockholm, 1993, Weşanên Jina Nû

Rono û sirûdên bêrîkirinê, Stockholm, 1994, Weşanên Jina Nû

Sîriskên hesinî (Selîm Berekat) Wergerandin, Stocholm, 1997, Weşanên Apecê

Dîwan (Berhemên Giştî), Stenbol, 2002, Weşanên Avestayê

Bajarê Dirinde, 2003, Weşanên belkî

Çend Dîmenên Xemgîn ên Kurmanciya Nivîskî 2004, Weşanên Aram

Empfehlenswert