Kurdischsprachige- oder über Kurdengeschriebene Bücher und
Übersetzungen. Pirtukxane die Informationsquelle der kurdischen Bücher Weltweit

Sende uns dein Buch

 

 

 

 

Cemil Oğuz


Lebenslauf

Cemil Oğuz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oğuz di 4’ê Tîrmeha 1998’an di rojnameyê Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê Tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oğuz hatin weşandin. Di heman demê de dest bi kişandina fîlman jî kiriye ku yekem xebata xwe bi navê "Rewşen" belgefîlmek kişand.

Cemil Oğuz niha edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.com'ê dike.

Pirtûkên wî:

Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (berfanbara 2002, Weşanên Pêrî)

Qurtek Evîn (Reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

Wergera "Sako" ya pirtûka nivîskarê rus Gogol (Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

Duzimanî (Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

Fîlmên wî: Rewşen

 

Empfehlenswert