Kurdischsprachige- oder über Kurdengeschriebene Bücher und
Übersetzungen. Pirtukxane die Informationsquelle der kurdischen Bücher Weltweit

Sende uns dein Buch

 

 

 

 

Amed Tîgrîs


Lebenslauf:

Amed Tîgrîs nivîskar û mamosteyê kurdî ye.

Amed Tîgrîs di sala 1948an de li Licê hatiye dinê. Ew ji taxa Qerehesen ji goma Xicîgan e. Tîgrîs li Licê dibistana sereta û li Erxaniyê jî dibistana mamostetiyê xwendiye. Piştî dibistana mamostetiyê, çend sal li gundên Cinezûr û Şêxana Licê mamostetî kiriye.

Licî, Amed Tîgrîs bi navê Mekî Xoce nas dikin. Tîgrîs di avakirina komela mamosteyan TÖB-DER´a Licê de cîh girtiye, demekê serokatî û nûnertiya wê kiriye. A. Tîgrîs di sala 1980î de derketiye derveyî welêt û li Stockholmê bi cîh bûye. Ew ji 1984 an vir ve li Stockholmê di dibistanên swêdî de mamostetiya kurdî dike. Di xebatên xwe yên rêxistinî û polîtîk de bi awayekî aktîv pêşî bi TKP û piştre jî bi DDKD re xebitiye. Dûvre dest ji karê rêxistinî û siyasî berdaye û bi kar û barê ziman û wêje re mijûl bûye. Heta niha ji bîstî bêtir pirtûkên wî hatine çap kirin. Di warê çand û wêje de alîkariya bizava netewî, dem û dezgehên çandî kiriye. Demeke serokatiya Înstîtûya kurdî ya li Stockholmê kiriye.

Tîgrîs di Med û Medya TV de bi navên "Rojbaş mamoste", "Dibistana kurdî" û "Xwendegeha kurdî" bernameyên hînkirin û perwerdeyî amade kiriye. Ji derî mamostetî û nivîsîna pirtûkên dersê, xebatên wî yên li ser ziman, edebiyat û kulturê jî hene. Ji zimanê tirkî û swêdî çend berhem wergerandiye kurdî.

Di kovar û rojnameyên wek Berbang, Armanc, Hêviya Gel, Kurdistan Press, Avaşîn, Welat, Welatê me, Azadiya Welat, Hîwa û Bîrnebûnê de meqalên wî hatine weşandin û redaksiyonên hinekan de cîh kirtiye. Amed Tîgrîs niha edîtorê malpera www.e-weje.com e.

Du lawên wî hene, navê yê mezin Evîndar û yê biçûk jî Rizgar e.

Taschenbuch: xxx Seiten

Ausgabe: xxxx  ISBN

 

 

 

Empfehlenswert