Kurdischsprachige- oder über Kurdengeschriebene Bücher und
Übersetzungen. Pirtukxane die Informationsquelle der kurdischen Bücher Weltweit

Sende uns dein Buch

 

 

 

 

Abbas Abbas


Lebenslauf:

Paş hersê berhemên roman; anga “Xewnên Şîyarî” “Şivanê Berxan” û “Dengbêjê Piçûk” vêcarê jî Mamosta Abbas Abbasî bi vê berhema pêxşani li gel we xwendevanan e. Bingehina pêxşanê bi kurtî welat e. Welat ax e. Cîh yê ku neteweya kurd li ser afirîye, tê de jîyaye û dijî... Ev welat çîyayî ye. Çîyayên vî welatî tevî deşt, dol, rûbar, dar, daristan, zevî, heşînayî û şahristanîya xwe, tevî roj û heyva ku li vî welatî bi cûdatirîn ji çîyan ve bi pîrozî dertê û hêvîya xwe didê erdnigara vê axê û jîndar dike, jî wê sedemêye ku ev welat wekî “bihûşt” hatîye binavkirinê.

Di qefsînga van çîyayên vî welatî de cîwanmêrîyê her xwe parastîye. Rê nedayê Mongolên talanker û qûretîya İskenderê Mezin daku hêzên wan di nava van çîyan de hatîne şikandin. Dused sale kû bêrawestandin dijî dagirkerên dirinde berxwedanekî tund ya gelê Kurd her berdewame... Bi taybetî jî şerrên salên dawî! Lê vî gelê zahmetkêşî, bi vê helwesta xwe azadî û dewletbûyîn zû ve hek kirîye. Bes mixabin hîn hêjar e. Ji bo axa ku gelê Kurd li ser dijî; ser û bin dewlemendî ye… Belê welatek dewlemend û mirovên tê de hêjar! Ev zarokên ku di nava vê hêjarîyê de dijîn bes bi têrkirina zikê xwe re mijûl nabin. Bir û ramanên wan bixwazin nexwazin bi nav pirsgirekên netewe û welat ve tên hunandî. Divê ku di wan salên 14-15î de ji heyecana minalî û ciwanîya xwe şahî û tamê bigrin û derxinin. Mixabîn zarokê vî welatî bi xwe her çiqasî piçukbin jî ev fena insanên 30-40 sali li gel welatê xwe yê parçeyî mijûl dibin, ramanan ji bo azadîyê diafrîn in.

Di vê pirtûkê de Mamosta Abbas Abbasî vefadarîya xwe tevî vefadarîya keç, xort û insanên me yên ku di vê tekoşînê de canfîdayî bûne nîşan kirîye. Ev berhem jî weke yên berê disan bi zimanekî zelal û tekûz, bi dileki zîz û kelecanî “Ez û Şalûl”a xwe hûnandîye… Bê şik em bawerin dikin ku hun bi welatevînî û kurdewarîya xwe, ji vê berhemê dê dilxweşî bibin û hez bikin!

Taschenbuch: 80 Seiten

Ausgabe: 2005  ISBN 9759010178

Empfehlenswert